Bafil Talebanî digel serokkomar dicive

Kurdistan 10:28 AM - 2021-06-06
Bafil Talebanî digel serokkomar dicive

Bafil Talebanî digel serokkomar dicive

Di çarçova serdana xwe ya ji Bexdadê re Hevserokê Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û şandê digel li qesra Selam digel serokkomarê Êraqê Berhem Salih civiya.

Hevserok dê digel serokkomar Dr.Berhem Ehmed Salih pêşhatên dawî yê rewşa siyasî ya Êraq û herêma Kurdistanê gotûbêj bike, her wiha şand wê digel hin aliyên siyasî yên Êraqê jî bicive.
 Di hevdîtinê de Talebanî  li ser pêşhatên siyasî yên welat gotûbêj kirin, li ser girîngiya zêdekirina danûstendin û diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gora destûr û yasayê pişt rast kir, bi awayek ku dadmendiya civakî bi dest bixe û mafên hemî karmend û welatiyan diparêze, û dabînkirina pêdiviyên jiyanek baş pêşînek e.
Her weha girîngiya hevkarî û hevahengiya hevbeş di navbera saziyên hikûmeta Federal û ya herêmê de hate tekez kirin ku ji bo berjewendiya welat bigihîjin nêrînek hevbeş li gor bercewendiya welêt û ewlekarî û aramiya ji hemû welatiyan re ji bo jiyaneke azad pêk bîne.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket