Balafirên Tirk penaberên Mexmurê bombe dikin

Cînosayd‌‌ 03:42 PM - 2021-06-05
.

.

Balafirên Tirkiyê roja şemiyê kampa penaberên Mexmurê bombebaran kir.

Di wê barê de, cîgirê malbenda Hewlêrê ya rêkxistinên YNK`ê Reşad Gelalî  ji PUKmedia re ragihand: Balafirên Tirk kampeke penaberên kurd li Mexmurê bombe baran kirin, di encamê de, 3 kesan jiyan xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar kirin.
Di dirêjahiya axiftina xwe de, Gelalî aşkire kir: Li gorî agahdarî, balafiran baxçeyeke zarokan di hundurê kampê de bombe kirine û qurbanî û birîndarî jî peyda bûne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja berê gef li kampa penabrên Mexmurê kir, ku zêdetirî 20 salan, ew kampa penaberan hatiye ava kirin û 180 km başûrê sînorên Tirkiyê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket