EPKR salvegera 46 yê YNKê li Mam Celal pîroz kir

YNK 03:17 PM - 2021-06-05
.

.

Encûmena Penaberên Kurdên Rojava li Silêmanî û Helebçeyê (EPKRK) salvegera 46 yê YNKê li Mam Celal pîroz kir.

Duh roja înê 4-6-2021`an, demjimêr 3 piştî nîvro, Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Silêmanî û Helebçeyê, bi boneya salvegera 46mîn ya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, serdana mezara Mam Celal kir û gulbaxek li ser dîna û fatîhe jî xwend û roja damezrandina YNKê lê pîroz kir.

Her weha ew şandeya serdanger ku pêkhatibû li serokê Encûmenê Rojnamevan Hozan Efrînî û endamên desteya giştî ya Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, wek erkekî nîştimanî û kurdperwerî, bi boneya salvegera damezrandina YNKê dest bi serdana mezarê Mam Celal kirin û bi danîna gulbaxekê ew yada pîroz li giyanê Mam Celal û pakrewanên Kurd û Kurdstanê pîroz kirin.

Yek ji wê şandeyê serdanger ku nûnerê Ecûmenê li Gulî Şar e Dijwar Şêxo ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku serdana me ji bo mezarê serok Mam Celal erkeke nîştimanî û kurdeyetiye ku Mam Celal dikanîn bi siyaseta xwe berê cîhanê ber bi Kurdistanê ve bîne û doza Kurdî ji wan re kir rastiyek û niha ew kar û xebata wî li ber çavan e. Di bîrdoza rêbaza Mam Celal de, herdem xizmetkirin û parastina nirxên biha ên gelê kurd û Kurdistanê pêşeng bû.

Wêneger; Elî Mihemed Osman

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket