Li Humsê 5 leşker Şamê hatin kuştin

Cîhan 12:23 PM - 2021-06-05
Li Humsê 5 leşker Şamê hatin kuştin

Li Humsê 5 leşker Şamê hatin kuştin

Li çolistana El-Sexnê ya rojhilatê Humsê, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi komeke endamên hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya, 5 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro li herêma geliyê Ebyed ê çolistana El-Sexnê ya rojhilatê Humsê, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê teqiya, di encamê de 3 endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrişî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li herêma Feyda Ibn Miwêni ya çolistana El-Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê kiribû. Di encamê de 5 endamên hêzên Şamê hatin kuştin û 2 çeteyên DAIŞ'ê jî birîndar bûn.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket