Pîrozbahiyên kesayetî û aliyên Kurdistanî bo salvegera YNKê

YNK 06:39 PM - 2021-06-01
.

.

Bi boneya salvegera 46mîn a damezrandina YNKê, kesayetiyên rewşenbîr û siyasetvan ên Kurdistanî di peyamên xwe ya derbarê salvegera 46mîn salvegera damezrandina YNKê de nerîn û pîrozbahiyên xwe wiha anîn ser ziamn.

1-Sailh Bozan siyasetvan û sekreterê rêkxistinên Partiya Yekîtiya Demokrat A Kurd lli Sûriye li Herêma Kurdistanê wiha li ser 46mîn damezrandina YNKê got; Yekîtî Niştimanî Kurdistan , hat damezrandin di demek dîrokî de , ku gelê Kurd bi pêwîstiya şoreşek ramyarî bû , ne tenê bi şoreşek çekdarî bû li hember rêjîma deshilata Îraqê ya ku dixwest gelê Kurd li Îraqê tune bike . Û bi tayîbet piştî rêkeftina Ceza,irê di navberî Îraq û Îranê di 6 Avdarê 1975an,
 di wê demêde nemir û têkoşerê Kurd Mam Celal Telebanî bal kişand ku dibe tevgereke nû ava bike li gel hin aliyên din yên Kurdistanî li Başûrî Kurdistan, û bihtir pêwîstî bi beşê xwendekar û rewşenbîra kir,  ku di 1 - 6 - 1975an Ykîtî Nîştîmanî Kurdistan hat ragihandin .

Û yek ji armancên sereke yên Yekîtî mafê çarenûsî ji gelê Kurdistanê re dixwest. Û her wiha nemir Mam Celal rolekî  wî erênî dîrokî di nav tevgera Kurdî li Kurdistana Sûriyê de hebû , û her wiha piştevaniya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ji gelê Kurd re li Rojava , û tayîbet di şerê Kobanê dijî ( Da,işê ), û ta vê rojê . Û hêviya serkeftinê ji kar û xebata were bo bercewendiya gelê Kurd û Kurdistanê, û her wiha bo Azadî , Aştî Û wekheviyê.

2-Bahattin Alkan....Salvegera Damezirandina YNKê Pîroz be.. Her dem Şad û Bextewarbin..

Bahattin Alkan (Mamoste Bahattin) Diyarbekir..

3-Leyla Xan hevjîna sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriye, bi boneya 46mîn salvegera damezrandina YNKê, bi riya peywendiyeke telefonî germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

4-Fethula Huseynî nûnerê Partiya Çep ê kurd li Herêma Kurdistanê, ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku ew wek nûnerê Partiya Çep a Kurd germtirîn pîrozbahiyan li hevserok û serkirde û kadro û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê dike û serkeftin û serfiraziyê ji wê partiya hevsoz û hevrêz û hevpeyman re dixwaz e ku alîkariya Rojavayê Kurdistan bû ye ku dikanî peywendiya di navbera şervanên Rojavayê Kuridstanê û hêzên Hevpeymanên navnetewî de saz bikire.

5-Hoşeng Derwîş endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdê Sûrî û nûnerê Encûmena Sûriye Demokratîk li Herêma Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku YNKê partiyeke herî xwedî rêbaza Kurdistaniyetê ye, li ser rêbaza Mam Celal e ku herdem xwedî li helwesta nîştimanî derdikeve û xwedî li doza gelê kurd û Kuridstanê derdikeve. Ji ber wê jî, herdem bacê vê rastiyê dide û daye û niha jî dide.

Derwîş di daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re derbarê slavegera 46mîn ya damezrandina YNKê wiha pêde çû û got;  Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê alîkarî û destekdana bi Rojavayê Kurdistanê, pêngaveke girîng û Kurdistanî ye ku YNKê partiya yekemîn bû rê da nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê veke û rastiya şoreşa Rojava û rêvenbiriya wê a xweser pejirand. Bi vê ona pîroz ez germtirîn pîrozbahiyan li hevserok û serkirde û kadro û alîgirên wê partiya hevpeyman dikim.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket