Hevserok Lahur; Ji bo li hemberî dijwariyê YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû

Agadarî 01:39 PM - 2021-06-01
.

.

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî dibêje ku ji bo li hemberî dijwariyê YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû.

Bi boneya 46`mîn salvegera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê Lahur Şêx Cengî peyamek weşand.
Di wê peyama pîrozbahiyê de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdstanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî aşkire dike ku YNKê hêviya deh hezaran yê pakrewan û nemiran e, hêlana parastina bi sedhezaran pêşmergeyan e.

Di dirêjahiya peyama xwe de, hevserok wiha pêde çû û got; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdstanê (YNK)ê riya xebat û tekoşîna ne sekinî ye ji bo tevahiya çîn û tiwêj ên cemewrê gelê Kuridstanê ye ji bo gihîştin bi mafên xwe yên rewa ji bo pêkanîna çarexwenûsînê ye. Pîroz be bîranîna 1`ê pûşperê li xwedî pakrewan û tekoşînvan û xebatkarên rêkxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdstanê (YNK)ê.

Hevsero diblje; Li gel aliyê bingehîn ê azadî û aştiyê û demokrasiyê û mafên mirovan û mafê çarexwenûsînê, Yekîtiya we ya Nîştimanî ya Kurdistanî, kelaya parastina Herêma Kurdistanê ye, parêzvanê Kurdistanbûna Kerkûkê ye, Artêşa li hemberî terorê ye, Pêşenga xebatên mafan û di cenga li hemberî gendeliyê bi agahî ye.

Her weha di peyama hevserok de, wiha amaje bi rastiyên damezrandina YNKê dide û dibêje; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdstanê (YNK)ê bi dirêjpêderî hewil dide ku erkên wekheviya bi hêzan re be û rêvebiriyê zelal û pak bike,û berpirsyarê nîştiman û nûnera gel be. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdstanê (YNK)ê ti carî serê xwe ji bo pîlangeriyên navxwe û derve dînane û hewil dide ku di qada siyasî û rêvebiriyê de xwedî helwest be.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket