Di Kongrês û Lordat de parêzereke rewa bû

Agadarî 05:00 PM - 2021-05-31
.

.

Di dema serdana, Kobanî' ê de, di  sala 7/3/2017an de, me ev wêne di firokexaneya hêzên hevpeymanên navnetewî de bi hev re girt.

Dema ku mirov ji bo dozeke rewa kar û xebatên xwe pêşbixîne, wê di gelek Astengî û alozî û pirsgirêgn pir dijwar re derbas bibe. Ev rastî her dem li ber liv û xebatên mirovan de tê holê.

Piştî ku siyasevana mezin a kurd Îlham Ehmed bi serdaneke fermî ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve serdana wî welatî kir û di serdana xwe de gelek pêngavên erênî û berhemdar di xizmeta doza rewa ya Rojavayê Kurdistanê de avêt û nbi taybetî dema ku derbarê dagîrkirina Efrînê de hest û zanabûnên xwe bi belgeh û bi nivîs anî ser ziman û dikanî civaka Amerîkî vegeranda bo fişarxistin bo ser serok û serkirdeyên xwe tako dest ji piştgiriya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bernedin, ev pêngav tev bilind û pir mezin bûn.

Di serdana xwe ya Washingtonê de, Îlham Ehmed vê carê pir cudatir bû ji her du carên berê. Vê carê bi fermî ji aliyê wezareta dervayê ve hatvexwendin. Ji aliyê kongirêsê ve hat pêşwazî kirin û hemûyan bi hûrgilî guhdarê kirin û derfeteke pir baş û girîng dane wê tako hemû daxwaz û têbînî û gilî û rexneyên xwe û ên gelê xwe di wê saziya herî çarenûsaz de bîne ser ziman.

Serokê Amerîka ê berê Donald Trump di hotêla xwe ya taybet de, pêşwazî û bi xêrhatina wê kir û soza parastina gelê kurd dayê. Gelek civîn û komcivîn bi endamên kongirês û berpirsên mezin re saz kir û ziyan û metirsiyên piştî vekişandina Amerîka ji Sûriye anî rojevê.
Wek yekemîn kurdek siyasî ji bo komcivîna gotara salane ya nîştimanî ya Amerîkî jî hat vexwendin.

Her weha di heman demê de jî, serdana fermî ya Encûmena Lordat a Birîtanyayê jî kir û di wê derê de, bi reşkawî nerîn û rexneyên xwe anî ser ziman û berevanî li Efrînê kir û daxuyakirin û civaka navnetewî kêmasiyeke mezin bi derheqê Efrîn û berxwedana wê kir, bi taybetî welatên xwedî rol wek Birîtanya û Amerîka û Rûsiya ku rê dane bi Tirkiye û Efrîn bi dara zorê dagîr kir û komkujiyên bê wêne encam dan.

Ev amadebûna siyasetvana kurd Îlham Ehmed gelek girîng û cihê rêz û pêzanîn û serfiraziyê ye. Lewaneyê hinek kes ji ber rik û kînên xwe ên kûrî nepejrînin, lê di rastiyê de, ev mijar li ber çavan e. Ji ber wê jî, mirovê ku xebatên wê xebatkarê bi mêjk û zanistî bişopîne û ji nêzîk ve binirxîne, wê hemû rastiyan bipejirîne û wê silav bike.

Lê mixabin di van rojên dawiyê de, me agahiyên nelbariya rewşa tenduristiya siyasetvana kurd Îlham Ehmed bihîst, ji ber wê yekê jî, em cansaxiya wê xebatkarê dixwaz in ku diknanî bi başî dengê gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê di hundir Encûmena Pîran a Amerîkayê û her weha di hundirî Encûmena Lordat a Birîtanyayê bi wan bide ragihandin ku êdî zilim û zora dîrokê napejrîne û gelê kurd bi hevrêtiya li gel pêkhatên din hevsozê aştî û aramî û dilgeşyê ye.

Ez dîsan tenduristiyeke baştir ji xebatkara gel re dixwez im û bi zûhtirên dem baş bibe û vegere bo ser kar û xebatên xwe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket