Lîsteya serrastkirina doza girtiyên Duhokê amade ye

Wêje û Huner 07:18 PM - 2021-05-19
.

.

Lîsteya serrastkirina doza girtiyên Duhokê ji aliyê tîma berevaniyê ve amade ye.

Tîma berevaniya li girtiyên rojnamevanên li Behdînanê ragihand ku ew lîsteya ji bo biryara Dadgeha cudakariyê li Herêma Kurdistanê hatiye amade kirin.

Di wê barê de, parêzer Beşdar Hisên endamê tîma berevaniya girtiyên rojnamevan ên Duhokê ji PUKmedia`yê re ragiahnd: Heya niha serrastkirina lîsteya biryarê dadgeha cudakariyê hîn jî dirêjpêdere, biryare ku ew lîsteya roja pêncşemê 20-5-2021`an, ji bo dadgehê bê pêşkêş kirin û wê kongireyeke rojnamevanî jî di wê barê de bête lidar xistin.

Parêzerê tîma girtiyên Duhokê aşkire kir ku li hemberî wê biryara ne rewa ku ji bo girtiyên Duhokê her yekî 6 sal siza lê hatine birîn, ev yek ji aliyê navnetewî û navçeyê ve bi tundî hatiye şermezarkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket