Hevserok Lahur cejin li milimanan pîroz kir

Agadarî 09:24 AM - 2021-05-13
.

.

 Hevserok Lahur Şêx Vengî bi riya peyameke pîrozbahiyê cejin li milimanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî bi hatina cejna remezanê peyameke pîrozbahiyê arasteya tevahiya mislimanên Kurdistan û li Cîhanê kir.

Di peyamekê de, hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî Talebanî bi boneya hatina cejna remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe ji bo tevahiya mislimanên li Herêma Kurdistan û li Êraq û li Cîhanê û malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û kadroyên tenduristiyê û hêzên navxweyî û hêzên dije terorê û girtiyên siyasî û kêm endaman ku ji ber cenga li Kurdistanê birîndar û bê endam bûne kir û ji hemutyan re serfiraz û cejneke pir xêr û aşt xwest.

Di wê peyamê de, Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî aşkire kir ku misliman di meha rojiyê de, dest dikin bi niza û daxwazên aramî û xêr û bereket ji bo dil û derunên wan bêne pakkirin û nûbûna jiyan her weha di cejnê de jî derfetek ji bo lêborînê û hevpejirandin û hevsozî û nehîştina kêşe û alozî û pirsgirêkan e. Wek tê zanîn ku welatê me di rewşeke nelibar de ye ku di nav aloziya êrişên terorîstî ên DAIŞê de ye, ji ber wê jî, pêwîstiya me bi yekrêziya nav mala kurdî heye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket