YNK û Goran tekez li ser karê hevbeş dikin

Agadarî 02:47 PM - 2021-05-11
.

.

Her du aliyên rêkeftî yên kurdî YNK û Goran tekez li ser karê hevbeş dikin

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Tevgera Goranê  li ser karê hevbeş di hilbijartinên dahato ya Êraqê de û pêkanîna aramî û hêminî lihevkirina siyasî di Herêma Kurdistanê de tekez kirin.

Di wê barê de, şandeke ji odeya peywendiyên dîplomasî ya Tevgera Goranê serdana Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê kir tako ew rêkeftina du qolî bihêztir bikin û derbarê proseya hilbijartinên pêşwext ê Êraqê gotûbêj bikin.

Her weha di wê hevdîtina du qolî de, herdu aliyan li ser bihêzkirina peywendî û rêkeftina du qolî di navbera wan de, dupat kirin û tekez li ser girîngiya wê rêkeftina dîrokî ku di navbera herdu aliyan de pêkhatiye û hatiye morkirin kirin ku wê di proseya hilbijartinên dahatoya Êraqê ya pêşwext de pêngavên girêng bavêjin.

Her weha di heman civînê de aşkire kirin ku armanca wan ji wê rêkeftin û hevpeymaniyê ewe ku yekrêziya kurd û peydakirina hêminî û aramiya siyasî di Herêma Kurdistanê de bikin warê kirdarî.

PUKmedia-Kurdsatnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket