Gazinek bona pêdiviya hişyarbûnê

Nêrîn 02:42 PM - 2021-05-11
.

.

Desteya sernivîser*
Diho wilo bû, îro jî wiha ye. Di zagona xweristê, cîhana ajal û ya qaşo mirovan de, tu cih, rêz û rûmet ji belengaz, sifîl û bêhêzan re tune ye, her qels ji xurt û hêzdaran re taştê û firavîn in! Di vî warî de, pêximberê Ola Islamê birêz Muhemed (Silavên Xwedê lê bin) Jî teqez kiriye ku: «Bawermendê xurtî hêzdar, ji yê qelsî sifîl çêtir e».

Îro,  ku em dîn û bala xwe bidin dewletên Ewropa Rojavyê, tevî ku ew dewletine azad, xwedî al, hêz û artêş in jî, lê da ku ew berjewendiyên xwe biparêzin û tu hêzên mezin wan tune nekin, danequrtînin, li Çiriya Paşîna sala 1991an Yekîtiya Ewropayê ava kirine ku hejmara wan îro bûye 27 dewlet û di cîhana me ya îroîn de ew xwedî deng, rol û rûmet in.

Di vê derbarê de, pirsek derdikeve holê bersivê dixwaze, ew jî ev e:
Ma em Kurd weku gel, li Rojhilata navîn, hejmara me ji 50 milyon morovî bêtir e, bi destên hêzên mezin ên cîhanê li gel xaka welatê xwe di nav 4 dewletan de hatine parçekirin û ji hemû mafan bêpar mane, nemaze ji wan mafên ku di belgeyên Rêxistina Navnetewî(UN) de cih girtine, ma gelo pêwistiya me bi rêkeftin û yekîtiyê ji ya hemû gelên cîhanê ne bêtir e?!, ma gelo çima û bo çi her û her me berê xwe daye hev û pişta xwe ji niyarên hebûna xwe re vekirî hiştî ye û kî di ber vî gunehê mezin de berpirsyar e?!

Dibe ku hin reşbîn bêjin: Bavo, qedera me Kurdan ev e, li ser eniya me hatiye nivîsandin ku wiha blindest, dîl û riswa bijîn! Lê, rastî ne wiha ye, rastî ew e ku bi pilan, dek û dolabên dagikeran ev, kuştar, bobelat û tewan hatine serê me û hê jî berdewam in, û dema li beşekî serhildanek çêbûye, bi lez û bez, neyarên me civiyane û bi hev re şerê wê kirine û têk birine.

Girîn, xwelomekirin, gilî û gazin tu sûdeyê nadine me, tê xwestin ku em şiyar bin, dest hilînin, bi hişmendî  û dilsozî li doza gelê xwe xwedî derkevin, rê li pêş nifşê nû dûz bikin, û derfetê bidin kesayetiyên xweser da ku hemû bi hev re rola xwe bilîzin, bi destên xwe êş û birînên xwe derman bikin û bawer bin ku bê pêkanîna yekîtî û hevgirtinê, her em ê dîl û bê rûmet bijîn!

Belavkirina vê çand û gotarê û xebat di ber de, erk û ustubarê hemû zana, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd e.
* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket