Hevpeymaniya navnetewî piştgiriya pêşmerge dike

Agadarî 04:57 PM - 2021-05-10
.

.

Hevpeymaniya navnetewî bi hemû awayekê piştgiriya hêzên pêşmergeyê Kurdistganê dike.

Îro roja duşemê 10-5-2021`an, wezareta pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragiahnd ku hêzên hevpeymaniya navnetewî di piştgiriya hêzên pêşmerge de dirêjpêder in.

Wezaretê di belavokeke xwe de ku îro roja duşûemê hatiye weşandin ku PUKmedia`yê ew şopandiye aşkire kir ku hêzên hevpeymana navnetewî bi serokatiya Amerîkayê beşekemezin ji kelûpelên leşkerî û locistîkî ji bo hêzên pêşmergê Kurdsitanê şandin wek alîkarî û piştgiriya herdem ji bo pêşmerge.

Her weha di wê barê de, Kolonel Deves aşkire kir ku ew alîkariya ku ji bo pêşmerge hatine şandin mûçeyên mehane ji bo lîwayên piyade ser bi wezareta pêşmerge û çek û cepxane û kelûpelên ji bo şer û cenga dije terorê ye.

Ji aliyê xwe ve jî, rêvebiriê beşa locistîka wezareta pêşmerge emîd Emîr Kerîm Xorşîd, aşkire kir ku ew wek wezareta pêşmerge bi çavekî girîng temaşeyê alîkariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ji bo pêşmerge dikin. Dazanîn ku hevrêzî di navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navnetewî de pir girînge û pêwîste bihêztir bibe tako li hemberî terora DAIŞê encamên baş bêne bi dest xistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket