58 rêxistin nerazîbûnên xwe ji bo rojnamevanên Behdînanê derdibrin

Agadarî 07:21 PM - 2021-05-09
.

.

58 rêxistin nerazîbûnên xwe ji bo girtin û dadgehkirina ne rewa ya li dijî rojnamevanên kurd li Behdînanê derdibrin.

Rêxistibên sivîl bi riya derxistina belavokekê ji aliyên siyasî û desteya mafên mirovan û raya giştî li Hedrêma Kurdistanê daxwaza destêwerdanê bikin û nerazîbûnên xwe li hemberî biryara dadgeha cudabûnê bidin ragiahndin ku ew biryara ku li dijî 5 rojnamevanên kurd li Behdînanê hatibûn girtin û dadgehkirin ku bi 6 salan hatibûn sizadan.

Her weha 58 rêxistinên sivîl derbarê girtin û sizadana dadgeha cudabûna Hewlêrê li ser 5 rojnamevanên kurd ên navçeya Behdînanê li parêzgeha Duhokê, belavokeke nerazîbûnê derxsitin ku PUKmedia`yê ew şopandiye û dest bi banghêşta aliyên peywendîdar kirin tako destêwerdana wa biryara nerewa li gorî yasa û destura mafên mirov û demokrasî û azadiya ra û derbirînê bikin.

Di wê belavoka 58 rêxistinên sivîl de hatiye ku  ew biryara dadgeha cudabûnê ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê napejrînin û nerihetiya xwe tînin ser ziman û pejirandina wê biryarê ku derbarê rojnamevanên Behdînanê hatiye dayîn ne dadwere, azadaiya ra û derbirîna rojnamegeriyê di metirsîyeke mezin de ye û metirsiyê li ser karên rêxistina sivîlan saz dike.

Wan 58 rêxsitinan aşkire kirin ku biryarên wiha wê sûrbûn li ser dirêjpêderiya tekoçîn û xebata demokrasî berferehtir û bihêztir bike.
Hêjayî gotinê ye ku dadgeha cudabûnê ya Hewlêrê roja 228-4-2021`an li ser 5 rojnamevanên kurd ên Behdînanê li Duhokê 6 sal zîndanîkirin  wek sizedana wan dabû, ev yek jî bû sedema nerazîbûna berfereh hem ê herêmî û hem ê navnetewî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket