Wezareta tenduristî: Me 90 hezar vaksîn korone radest bir

Kurdistan 12:30 PM - 2021-05-09
Wezareta tenduristî: Me 90 hezar vaksîn korone radest bir

Wezareta tenduristî: Me 90 hezar vaksîn korone radest bir

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê piştrast kir ku rewşa vîrusê hinkî kontrole ,lê em daxwaz ji welatiyan dikin ku di pabendbûna rênimayên tenduristiyê de pabend bin.

Berdevkê wezaretê Aso Hewêzî di daxuyaniyeke televezyonî de ragihand ku rewşa korone kontrole,rêjeya pêketan di van rojên dawiyê de kêm bûne lê em nikarin bêjin ku pêla duyemîn ji vîrusê qediyaye, destnîşan kir ku Herêmê 90 hezar derzî ji vaksîna lidijî korone ji hemû curan wergirtiye û heya niha zêdetir ji 71 hezar derzî hatine bikar anîn û hijmara tomarkiriyên elektironîk 11 hezar derbas kir.
Hikûmeta Herêmê hewl dide ku vaksînêzêdetir peyda bike ,û bi hatine cejnê re bang li welatiyan kir ku bi rênimayên tenduristiyê pabend bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket