Fransa li dijî biryara Dadgeha Cezayê Herêmê dibe

Kurdistan 08:58 AM - 2021-05-09
Fransa li dijî biryara Dadgeha Cezayê Herêmê dibe

Fransa li dijî biryara Dadgeha Cezayê Herêmê dibe

Qonsolosxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê dilgiraniya xwe ji biryara Dadgeha Cezayê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê girtiyên Duhok de diyar kir.

Qonsulusxaneyê di daxuyaniya xwe de got: Ew bi tirs li biryara Dadgeha Cezayê ya Herêma Kurdistanê ya di derbarê zîndankirina çalakvanên sivîl û rojnamevanan de dinêre,destnîşan kir ku peywendîyên dostane digel gelê Kurdistanê û hemahengî di navbera wan û Herêmê de li ser bingehê nirx û rêgezên hevbeş hatine saz kirin di nav  de azadiya rojnamevanî, azadiya derbirîn û raman û mafê xwepêşandanê ye.
Balyozxaneya Keneda li Êraqê jî cezayên ku li Badînan li dijî hijmarek rojnamevan hatine derxistin şermezar kiribû û gotibû ku ew derbarê zîndankirina rojnamevan û çalakvanan bo 6 salan li Herêmê ne rihetin û rexne li vê yekê  dike, Rojnamevan û renûrengiya nerînên wan oksîjîna civaka azad û durfireh û ronekbîrê ye.

Her wiha Qonsilxaneyên Dewletên Yekbûyî û Almaniyaya li Herêmê ev biryar şermezar kiribûn û daxwez kirin ku pêdiviya hikûmetên cîhanê rêz li Dîplomasiyan wek rojnamevanan bigre.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket