KNK’ê xwest rojnamegerên girtî yên li Başûrê Kurdistanê serbest bên berdan

Kurdistan 09:37 PM - 2021-05-08
.

.

Komîsyona Mafên Mirovan a KNK’ê bi daxuyaniyekê girtina rojnamegeran li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê rojnamegerên girtî bên berdan.

Komîsyona Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe ji rêveberên Başûrê Kurdistanê xwest ku rojnamegerên girtî serbest berdin û wiha hate gotin:

"Me di Komîsyona Mafên Mirovan de, weke pêştir jî bi helwesteke fermî di 17’ê Sibata 2021’an de  bi armanca parêzvanî ji nav û pêgeya dadgeh û bawerîbûna hemwelatiyan bi dadgehan ku bi ti awakî nabe yasa bibe alavekê binpêkirina azadiya siyasî û şaristaniyê. Helbet sîstema rêveberiya her hukimranîyekê bi destûr û yasayên wê ve ciwan û şaristanîye û wê serkeftî be. Lê bele pêwîst e yasa û dadgeh dadperwer û bi temamî azadane û serbixwe bin. Azadiya derbirînê, rojnamevanî û beşdarîya siyasî payeyekî demokrasîyê ye û qabilê zeftkirinê nîn e. Her weha bi rehayî di bin fermana partîyan da nebe û bi azadane û adilane li jorî desthilatdariyê biryarê bide, wate serwerê hemû desthilatdariyan be.

Di 16’ê Sibata 2021’an de dadgeha 2’emîn ya Hewlêrê pênc ji çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şîvan Seîd û Eyad Ekrem girt û bi 6 sal zîndanî hukim dan. Bi belgeyên lawekîyên vê keysê û girtiyên dinê gelekî lawaz in û dadgehê  nekarîye tuhmetan biselmîne. Riqûkîna hizbî û naserbixweyîya dadgehê, biryarên neheq jê derdikevin. Mixabn biryara dadgeha temîzê jî biryarek hizbî û ne serbixwe bû li hember wan.

rojnamevan û çalakvanan. Ji alîyekê din ew tawanên ku pê hatina hukimkirin di bê belge û binemayên yasayî bûn û dibû dîvçûnên zêdetir jêre hatiban kirin.  Loma em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê daxwaz ji serokatîya Herêma Kurdistanê dikin, desthelata qanûnî ya xwe bi kar bîne û bi arasteyeke rêzgirtin ji mafên azadîderbirîn û desteberkirina yeksanî û wekhevîyê di keysa rojnamevan û çalakvanên Behdînan, wê hukmê nedadperwerane bi wê desthelata ku heyî lêbûrînê ji wan re derxe.

Em piştgiriya xwe ji bo hemû dengen dilsoz û mafxwaz û rêxistinên mafê mirovan ên Kurdistanê û hemû rêxistinên navdewletî dikin û vê biryara dadgeha temyîzê mehkûm û şermezar dikin.

PUKmedia-Ragihandina KNK

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket