Buroya Siyasî: Biryara Dadgeha Cezayê navûdengiya herêmê xirab dike

YNK 03:50 PM - 2021-05-07
Buroya Siyasî: Biryara Dadgeha Cezayê navûdengiya herêmê xirab dike

Buroya Siyasî: Biryara Dadgeha Cezayê navûdengiya herêmê xirab dike

Buroya Siyasî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê pejirandina Dadgeha Cezayê ya Herêma Kurdistanê ya girtina rojnamevan û çalakvan li Badînanê daxuyaniyek  weşand û tekez kir ku ev biryar rûyê Herêma Kurdistanê li pêşî civaka navneteweyî xirab dike. .

Nivîsa daxuyaniyê wiha hate xwendin:

Buroya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dilgiraniya xwe ya xurt li hember biryara Dadgeha Cezayê derbarê biryara li dijî çalakvan û rojnamevanên li Badînan nîşan dide, diyar dike ku geşedanên bi vî rengî metirsiyeke mezin li ser serweriya dadwerî û bingehên mafên mirovan û demokrasî û azadiya derbirînê li herêma Kurdistanê û xerakirina wêneyê herêmê li pêş civata navneteweyî çêdike,Yekîtî li gor erkên xwe li ser kanal û tora civakî bi rakirina cezayê ji ser girtiyan bang li serokê Herêma Kurdistanê dike ku hêza xwe ji bo derxistina efuyê bikar bîne û ji parlemana Kurdistanê jî helwêsteke rastî derbarê vê dosyayê de xwest .


uroya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê piştrast dike ku ezmûna herêma Kurdistanê û gelê me pêdivî bi piştgirî û berketina navneteweyî heye, destnîşan kir ku ji bo domandina ezmûnan divê em bi dilsozî û rêzdarî li wan mêze bikin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket