Dewletên Yekbûyî û Almanya: Biryara Dadgeha Temîz ne demokratîk e

Kurdistan 12:56 PM - 2021-05-07
Dewletên Yekbûyî û Almanya: Biryara Dadgeha Temîz ne demokratîk e

Dewletên Yekbûyî û Almanya: Biryara Dadgeha Temîz ne demokratîk e

Qonsilxaneyên Dewletên Yekbûyî û Almanya yên li Herêma Kurdistanê helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Cezayê ya di derheqê girtina rojnamevan û çalakvanên Duhok de diyar kirin.

Qonsilxaneya Amerîkî di daxuyaniyekê de got, ku welatê wê rêzê ji azadiya derbirîn û nirînê  digire, ku ev yek ji nasnameya Dewletên Yekbûyî ye, û dê parastina wan prensîban wekî beşek ji nirxên bingehîn berdewam bike, her wiha hêvî kir hikûmetên cîhanê rêz li dîplomasiyan bigrin.

Ji aliyê xwe ve, Qonsilxaneya Giştî ya Almanya li Hewlêrê nerazîbûna xwe li hember biryara Dadgeha Cezayê ya li Herêma Kurdistanê diyar kir, û diyar kir ku biryara wê ti delîl tune ku cezayê girtiyên Badînan bide û tekez kir ku pevguhertina ramanan bi azadî digel rojnamevan û çalakvanan beşek ji karûbarên dîplomatîkî ye, û biryara Dadgeha Cezayê ya Herêma Kurdistanê dijî ruhê demokrasiyê ye .
Dadgeha Cezayê ya li Herêma Kurdistanê, di 28-4-2021 de, zindanîkirina rojnamevan û çalakvan li Badînan jibo 6 salan, tevî nerazîbûn û nerînên herêmî û navneteweyî pejirandibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket