Hevserokên YNK: Zimanê diyalog û destûrê rêya çareserkirina pirsgirêkan e

YNK 09:56 AM - 2021-05-06
Hevserokên YNK: Zimanê diyalog û destûrê rêya çareserkirina pirsgirêkan e

Hevserokên YNK: Zimanê diyalog û destûrê rêya çareserkirina pirsgirêkan e

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî duh Çarşemê li avahiya Politburoya YNK li Hewlêrê pêşwazî li şanda payebilind ya hikûmeta Amerîkî kirin, ku ji şêwirmendê wezîrê derve yê Amerîka Derek Chollet, û kordînatorê koşka spî ya karûbarên Rojhilata Navînû bakurê Afrîqayê Brett McGurk û alîkarê wezîrê derve yê karûbarên Rojhilata Navîn Joy Hood û cîgirê alîkarê wezîrê parastinê karûbarên rojhilata navîn Dana Stroll, û şanda pê re kir.

Di heyama hevdîtinê ku endamî politburoyê D.Soran Cemal Tahir û endamê serkirdeyetî Serdar Herkî û fermandarî dijî terorê Lahur Şêx Cengî lê hazir de li ser pêşketinên dawî li Herêm û Êraqê ji hêla siyasî û ewlekarî û çaweniya pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin.
Hevserokan li ser domandina rola Amerîkî di alîkariya Êraq û Herêmê di hemû waran de piştrast kir bi taybet warê şerê lidijî terorîzmê, û ji şandê re helwêsta YNK bi yekkirina refê di navbera aliyên siyasî li Herêmê de û dawî  anîn li cudahiyan ji bo pêşxistina pêveçoya siyasî û bi hêzkirina cihê kurd li Bexdadê tekez kir.
Destnîşan kirin ku ziraveya danûstandin û têghîştina hevbeş û piştdana bi desturê tenê rêya çareseriya pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêm û yê Êraqê de ye ,her wiha navçeyên ku li ser lihevnehatine ku welatiyên têde rûbirû metirsiya êrîşên çeteyên DAÎŞê ne .
Şanda Amerîkî jî domandina erk li Êra û Herêmê piştrast kir û pabendbûna welatê wê bi piştevaniya ewlekarî û aramiya Herêm û dijî terorê û xurtkirina aboriê û berdewabûna karê hevbeş di çarçoveya danûstandinê di navbera aliyan de di hemû waran de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket