Serok Joe Biden dîyar kir ku ewê kotaya bo penaberên dixwazin

Cîhan 06:35 PM - 2021-05-04
.

.

Serok Joe Biden dîyar kir ku ewê kotaya bo penaberên dixwazin li Amerîka bi cîh bibin rake 62500’î.

Rêvebirîya Biden du hefteyan borî ragihandibû ku ewê kotaya bo penaberan li 15,000’î bihêle ku ew hejmar ji dewra Serokê berê Donald Trump mabû û asta herî nizm ya dîroka Amerîka bû.

Hin alîgirên Biden ser neguherandina kotaya bo penaberan bertek nîşan dabûn. Piştî bertekan Biden biryara ser kotayan guherand.

Biden bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ewê kotaya herî nizm ya bo penaberan rakin û da zanîn ku Amerîka piştgirîyê dide penaberan, bi awayekî xweş pêşwazîya wan dike û ew kota nirxên welatê wan nîşan nade.

‘’Îro ew gava tê avêtin dê gumanên di serê penaberan de, ku li seranserê cîhanê di rewişeke dijwar de ne û li benda jîyaneke nû ne, rake.’’ Biden got.

Wî di meha Rêbendanê de piştî dest bi kar kiribû gotibû ku ewê kotaya bernameya bo penaberan pirtir bike, lê jiber kêşeyên penaberên li sînorê Meksîko ew kota di asta nizm de hiştibû.

Trump dema li ser kar bû bi îstiqrar bernameya bo penaberan teng kiribû û karbidestên rêvebirîya Biden dîyar kiribûn bi tengbûna re bernameyê re di serlêdanan de dijwarî çêdibin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket