Yekem geşt ji veguhestina welatiyan ji Hindistanê dest pê kir

Êraq 12:04 PM - 2021-05-03
Yekem geşt ji veguhestina welatiyan ji Hindistanê dest pê kir

Yekem geşt ji veguhestina welatiyan ji Hindistanê dest pê kir

Îro Duşemê wezareta veguhestinê yekemîn geşta taybet bi veguhestina welatiyên Êraqî ên ku li Hindistanê asê mane dest pê kir.

Wezareta Veguhestinê di daxuyaniyekê de got: Li gorî rênimaniyên Serokwezîr Mistefa Kazimî û Wezîrê Veguhestinê Keptên Nasir Hisên Bender Şiblî kampaniya geştên esmanî ya Êraqê yekem geşta xwe ya awarte meşand ku wê welatiyên Êraqî ku li wir asê mane ji bo welêt vegerînin .
Belavokê ji rêvebirê giştî yê xetên esmanî kaptên Kîfah Hesen ku serpereştiya geştê dikir veguhest û got piştî bidestxistina pejirandina fermî bi veguhestina welatiyên ji Hindistanê û wergirtina tedbîrên xweparastinê geşt dest pê kir.
Amaje bi wê yekê jî kir ku derbarê têstkitin û xweparastinê tîmên tenduristiyê wê li balafirgeha Bexdadê bi erk rabin.

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket