Av li ser 83 gundên Kobanê hatiye qutkirin


3/5/2021 10:59:00
Çapkirin
     Av li ser 83 gundên Kobanê hatiye qutkirin

Hat ragihandin ku van rojên dawî de bîhna nexweş ji ava Firatê derdikeve û şêniyên Kobanê bi tîbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne. Desteya Avê ya Kantona Kobanê li ser rûdana kareseteke rasteqîn hişyarî da.

Endamê Rêveber ê Desteya Avê ya Kantona Kobanê Fehed Mihemed gotibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê ava vexwarinê û enerjiya kehrebeyê de li pêşberî  karestekê ne, ji ber  ku dewleta Tirkiyê ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve rêjeya ava Firatê kêm kiriye û jiyana sivîlan xistiye metirsiyê ,destnîşan kir ku heta niha av li ser 83 gundên girêdayî Kobanê hatiye qutkirin, lê civaka navneteweyî derbarê vê yekê de bê deng e."
Mihemed hişyarî da ku di çend rojên bê de çarenûsa bajarê Kobanê mîna çarenûsa gundên ku  av li ser wan hatiye qutkirin  be û wiha got:"Ji ber ku çareserî li cem desteyê jî ew qas nemaye, rewş her diçe zehmet dib.
Beriya niha Rêveberiya Bendavan a Bendava Tişrînê têkildarî kêmkirina ava Firatê hişyarî dabû û gotibû:" Welatî li hemberî kareseteke rasteqîn in, ji ber ku kêmkirina ava Firatê bi taybet di demsala havînê de dê rê li pêşiya nexweşiyan veke, ji ber ku ava qirêj dihêle ev nexweş werin veguhastin, tê zanîn ku piraniya welatiyan ava vexwarinê ji çemê werdigirin.".

PUKmedia


 

Zanîngeha Cambridge pirtûkek nû li ser Kurdan weşand


Zanîngeha Cambridge pirtûkeke nû li ser pirsgirêka Kurdan amade dike û dixwazin wergerînin bo zimanê kurdî.

Her weha wek hat weşandin ku l...


»  Siyasetvanê kurdê Misrê koça dawî kir
»   Bremen; Bîranîna koça dawî kirna hunermend Hesen Şêxo
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Karîkator