YNKê pêşwaziya şanda Partiya Pêşverû dike

Agadarî 07:35 PM - 2021-05-02
.

.

Di (2/5/2021an de,) li baregeha nivîsgeha rêzanî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan li parêzgeha Silêmaniyê, pêşwaziya şandeke bilind ji Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hate kirin, Şand ji endamên nivîsgeha rêzanî  Diktor Ehmed Betekat , Ehmed Silêman , Selah Derwîş û Elî Şemdîn pêk hatibû.
Di hevdîtinê de endamê encûmena serkirdayetiya YNKê û berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî  (Salar Serhed Xelîfê) bal kişand ser girîngtirîn pêşhatên li Kurdistan û Êraq û herêmê.

Herwiha piştgirî û piştevaniya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ji Xebata rewa ya gelê kurd li Kurdistana Rojava tekez kir , Û bi taybetî peywendiyên dîrokî yên Yekîtî Niştîman bi Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê re , Yên ku di heftêyî sedsala borî de li ser destê serok Mam Celal û nemir mamoste Hemîd Derwîş hate damezrandin.

Di hevdîtinê de gotobêj di derbarê hilbijartinên Êraqê, Û Hevpeymana di navber Yekîtî Niştîman û Tevgera Goran de hatin kirin, Ew hevpeymana ku bûye cihê kêfxweşiya cemawer bi Serokatiya hevserokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Lahûr Şêx Cengî.

Di heman demê de lihevhatinên di navber Yekîtî Niştîman û aliyên siyasî de bi armanca parastina mafên gelê Kurdistan li Bexdadê li gor distûra Êraqî , Û nîşan da ku deriyê vê hevpeymanê ji hemû aliyên siyasî re vekiriye.

Ji aliyê xwe ve şanda mêvan spasiya pêşwaziya nivîsgeha peywendiyên Yekîtî Niştimanî Kurdistan kirin û girîng nirxandin rola Yekîtî Niştîman û Serokatiya hevbeş di piştevaniya Partiya Pêşverû de , Û tekezî di çareserkirina rewşa Sûrî de hate kirin.

Piştre şanda Partiya Pêşverû serdana gora serok Mam Celal kirin û baxek gul danîn ser gora wî weke rêzgirtinekê ji rola Mam Celal a mezin re di xizmet û pêşketina doza kurdî de li seranserî Cîhanê.
Werger : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket