Qurbaniyên şewata di nexweşxaneyê de giha 45 kesan

Êraq 10:52 AM - 2021-04-25
Qurbaniyên şewata di nexweşxaneyê de giha 45 kesan

Qurbaniyên şewata di nexweşxaneyê de giha 45 kesan

Komisyona Mafên Mirovan yê Êraqê ragihand ku di encama şewata li Nexweşxaneya Ibin Xatîb ya li Bexdadê de 45 kes jiyan ji dest dan.

Duh bi şev agir bi nexweşxaneya Ibin Xatîb a taybet bi korone ketiye ,li gor raporta komisyona mafên mirivan ku heta niha 45 kes mirine û bi deshan birîndar bûne, destnîşan kir ku di destpêkê de agir bi qata du ya avahiyê ketibû lê ji ber teqîna bitlê oksîcên agir zêde bûye û bi beşên din ya nexweşxaneyê ketibû.
Serokwezîrên Êraqê Mistefa Kazimî derbarê bûyerê de çend biryar derxistibûn ew kesên ku di rûdawê de can ji dest dane wek şehîd têne naskirin û divê kesên berpirsyar bi şewatê di 24 demjimêran de werin ceza kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket