Fireksiyona YNK daxwaza qerebokirin û avakirina Qeledizê kir

YNK 12:25 PM - 2021-04-24
Fireksiyona YNK daxwaza qerebokirin û avakirina Qeledizê kir

Fireksiyona YNK daxwaza qerebokirin û avakirina Qeledizê kir

Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encûmena Nûneran de derbarê salvegera bombebarankirina bajarê Qeledizê  di 1974 `an de ji aliya Rêjîma Baas de der kir.

Di belavoka xwe de fireksiyonê ragihand ku beriya 47 sal berê Rêjîma Baas navçeya Qeledizê bi çekên qedexekirî bombebaran kir ku bi sedema şehîdkirin û birîndar kirina bi dehan kesên sivîl ku mîna kêmyabaran Helebçe û komkujiyê hatibû naskirin. Belavokê amaje bi wê yekê jî kiribû ku heya niha qurbanî ne hatine qerebo kirin û hikûmeta Federal berpirsyaratiya xwe hilnagre û vê bi qirkirinê nade nas kiri. ji ber wê em ji hikûmeta Federal van daxwazan dikin:

1- Xebatkirin li ser danasîna van dosyayan wekî tawanên jenosaydê û qerebokirina qurbaniyan li gorî xala 132 ya destûra bingehîn a Êraqê .

2 - Xebat ji bo bi fermî naskirina dergehê sînorî yê Kîlî, ku hemî rêgezên naskirina qanûnî û îdarî bidawî kiriye tenê pejirandina Hikûmeta Federal maye.

3- Xebatek cidî li ser çêkirina Bendava Dilka li deverê ku di warên avdanê, masîvaniyê û veberhênana enerjiya elektrîkê de xizmetên mezin peyda dike,ku li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê avakirina bendavê hatibû pejirandin..

4- Em bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê bidin warê çandinî,û geştiyarî û avakirinê û kargêriyê de, wekî vekirina dibistan, nexweşxane, rê û pirên ku rastî rûxandinê hatibûn .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket