Çapemeniya Kurd Dikeve Sala 124-an de:

Wêje û Huner 07:00 PM - 2021-04-22
nIVîSKAR û HELBESTVAN Sêvdîn Arafat

nIVîSKAR û HELBESTVAN Sêvdîn Arafat

Çapemeniya Kurd di Empiratoriya Osmanî de dest pê kir, dibin guvaş û astengiyên hêzên dagîrkerên Kurdistanê de ; di 22-yê Nîsana 2021-ê Z. Çapemeniya Kurd Dikeve Sala 124-an de.

Xwendevan, Rojnamevan, nîvîskar, helbestva û dîroknasên Kurdan ev roja ji xwe re kirine weke Roja Zayîna Çapemeniya Kurd, li vira gelek pirs hene ji wana ; Gelo durust e me teva evaye pejirandiye ? gelo berî wê dîrokê Rojname, Kovar an jî Çapemenî tu ne bû ? … ? … ?! li gor nerîna min divê lêkolîneke kûr û demdirêj ji rexê pisporan ve bête kirin li ser dîroka Çapemeniya Kurd, pey re meriv rojeke rast diyar bike bê ka kûjan roj a rast e :

Di vê der barê de ez dibêjim li gor demê û rengê jiyana civaka Kurdan Çapemeniya Kurd bi hezarê salan heye, dibe ku hinek rewşenbîr bi vê nerîna min bikenin, lê eva jî nexem e.

Wekî ez tê gihiştime şaristaniyê li herêma me, li Çiyayê Zagros û Tawrosê dest pê kiriye beriya 10-15 hezar salî, hestiyên merivê Niyandertal jî li şikeftên Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine dîtin, li herêma me Alfebeya yekêmîn beriya zayînê bi nêzî 2 hezar sal ji rexê Fînîkiyan ve ( ku ew weke kalkên Kurdan têne nas kirin) hatiye amadekirin u tekûz kirin ; suryanan, hibriyan, ereban Alfêbêya xwe ji ber wê girtine piştî guhertinan li gor dengdar û dengdêren wan zimanan ; grîkiyan jî ew Alfebêya Fînîka birine, ji wira jî li welatên Ewrûpiyan û erdê Soviyêta berê belav bûye.

Mebesta min ji van gotinên jorî ew e, ku Nivîsandin, Rojnamergerî û Çapemeniya Kurd dîroka wê kûr û dirêj e, ne ji dema Qsmaniya ve, lê belê ji dema derêxistina Alfêbêya Fînîkî ve ye û berî wê jî ji dema Someriyan ve, lê li gor awayê jiyana dema xwe, ango nivîs li ser keviran, an çermê lawiran, an … an… dihate nivîsîn, eva jî rengeke ji rengê Çapemeniya Kurd ; eger em bizani bin, ku Gûti, Mîtanî, Somerî, Xaltî, Lolo, Sobar, Fînîkî, Lorî, Kelhor, Kurmanc ….hwd kalkên me ne.

Dema malbata Bedirxaniyan ji Botanê piştî serhilanên dîrokî li dijî osmaniyan hatne dûr kirin ji cih û warên xwe, weke noka tu li kêvir bide, bi hemî welatên cîhanê ketin ; ji wan Miqdad Midhet Bedirxan di 22-yê Nîsana 1898-an de dest bi Çapemeniya Kurdî kir, ev Roja jî bû Roja Çapemeniya Kurd.    

Ez vê rojê li hemî Kurd û Kurdistaniyan li hemî deverên cîhanê pîroz dikim, ji wan deveran her çar parçên dagîr kirî, Kurdistana Sor û Xurasanê.

Di van 123-ê salên bûrî de, totirne û waweylên giran hatne serê Rojnamegerên Kurde ; hatne guvaştin, kuştin, talankirin, zindankirin, girtin û rastî astengiyên mezin hatin ji rexê dewletên dagîrker û mixabin partiyên Kurdan ve ; û ew neçar man ku karê xwe li derveyî Erdnîgariya Kurdistanê bidomînin ; ji dema osmaniyan ve û ta niha holdanên dijminên Kurdan nayên rawestan di der barê sêdarkirina Çapemeniya Kurd de.

Lê sipas û pesin ji lehengên diyar û bênav re, ku çavê wan neşikest û karê xwe domandin di bin hemî rewşên awarte û dijwar de ; aniha bi sedan kenalên telvizyonan hatin vekirin, bi sedan rojname, kovar ên hunerî, çandî û siyasî têne weşanadin û çapkirin.

Ev jî tevî gelek alavê din roleke wan î gewre heye, di der barê şiyarbûna Kurdan û tûjkirina hestên wan î neteweyî û hunermendî de.
Di dawî de dibêjim ez rêz û silavên xwe pêskêşê Rojnemevanên Kurd dikim, dibêjim baş li ser xwe bisekinên, pîvanên sereke yên Rojnamegeriyê binasin; ji çavkanî û jêderên rasteqîne binoşin, sûdê ji Ronamegeriya cîhanê bigrin, baş zani bin bê nûçe çi ye? Çawa nûçe têne şopandin û amadekirin; divê kî nûçegihanê bike? Bi çi awayê nûçe, gotar û hevpeyvîn têne amadekirin, tekûzkirin û belavkirin,! Divê tayebetmendiyên Nûçigihanan û Rojnemevanan çi bin.

Roja Çapemeniya Kurd li we tevan pîroz be.
ez di vê rojê de, gotinên Mîrê Zimanê Kurdî li ser Kovara Hawarê tênime bîra we:
"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin.
Lewma ku ziman şertê heyînê ya pêşîn e..."

Celadet Elî Bedirxan

Sêvdîn Arafat- Elmaniya 21.04.2021-ê Z.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket