123`mîn salvegera rojnameya "Kurdistan" pîroz be


22/4/2021 17:21:00
Çapkirin
     .

Di salvegera 123`mîn ya rojnameya "Kurdistan" germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû rojnamevanên kurd dikim.

Piştî derbasbûna 123 sal bi ser vêketina mûma yekê a weşandina yekemîn rojnameya kurdî ya bi nave "Kurdistan" ku di sala 1898 an, ku bi serpereştîya herdu rewşenbîrên yên bira, Miqdad û Ebdirihman Medhet Bedirxan li bajarê Qahîreyê hatibû weşandin û pitşre li Cinêv û londin û careke din Qahîreyê berdewamî bi weşandinê kiribû..

Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu.
Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê Kurd gelek rojname û kovar derxist."Şark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin.

"Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin.Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê Kurd kir.Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol ,"Amîda Reş" 1909,"Peyman"1909-Dîyarbekir,"Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji aliyê Komala Hêvî,"Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin.Di sala 1919 kovara KURDISTAN li Stenbolê hat derxistin.

Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" derket. Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê Kurd re hat pêşkeş kirin.Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîm a Tirkan gelê Kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.

Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal,Suleymanî,1923","Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923","Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920","Kovara Peyje Bexdad" 1927,"Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922","Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930","Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935","Kovara ,"Rojnama Rojanû, 1943","Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948","Rojnama Rawêj, Mehabad" hatibûn derxistin.

Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû.1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket.

Di sala 1932'an de li şamê kovara bi navûdeng (Hawar) dest bi weşanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbece kirin.

Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida Kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû. Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn.Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê Kurd.

Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57.) sala 1943an de derxist. Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin.Piştre Celalat Elî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist. Di Ronahî de giranî dengûbas hebun.

 Ronahî jî bo çapameniya Kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya Kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn.Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.

Ew pêngav weku şoreşeke hizrî û rewşenbîrî û rojnamegerî bû, ji ber ku ew herdu rewşenbîrên ku bi vê karî rabûn, her bi armanca destpêkirina şoreşeke hizrî bû ye ku wek bav û bapîrên xwe Bedirxaniyan xizmeta niştimana xwe bikin..

Ji ber vê yekê jî kar barên rojnamevanîya kurdî roj bi roj pêşkeft û derbasî nav medyeyên navnteweyî bûn, ev jî di rûpelên dîrokê de, ciheke teybet digire.

Herwa rojnama kurdî ya ku bi dû rewşenbîran destpêkir, îro bi hezaran rewşenbîrên cur be cur derketine holê, çi ji hêla nivîskarî, romannivîsî, çêroknivîsî, helbestvanî, gotarnivîs, rojnamenivîsî û çi ji hêla bîrdozî ve bê her ew şoreş mezin û berdewam bû ta roja îro…

Hozan Efrînî

22-4-2021


 

Zanîngeha Cambridge pirtûkek nû li ser Kurdan weşand


Zanîngeha Cambridge pirtûkeke nû li ser pirsgirêka Kurdan amade dike û dixwazin wergerînin bo zimanê kurdî.

Her weha wek hat weşandin ku l...


»  Siyasetvanê kurdê Misrê koça dawî kir
»   Bremen; Bîranîna koça dawî kirna hunermend Hesen Şêxo
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Karîkator