Şêx Cengî: Em daxwaza bidawîkirina êşkencekirina rojnamevanan dikin

YNK 11:45 AM - 2021-04-22
Şêx Cengî: Em daxwaza bidawîkirina êşkencekirina rojnamevanan dikin

Şêx Cengî: Em daxwaza bidawîkirina êşkencekirina rojnamevanan dikin

boneya 123-emîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya Kurdî, rojnamevan pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de eiha hatiye: " Bi salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd û 123 sal bi ser derketina hejmara yekem a rojnameya Kurdistan wekî yekem rojnameya Kurdî, ez pîrozbahiyên xwe yên germ arastey hemû rojnamevanan dikim û hêviya domandin pêşkeftin û pêşkeftina karwana çapemeniya Kurd dikim.
Di demên berê de çapameniya kurd digel karûbarên xwe yên welatparêzî û neteweyî, ji bo derbirîna azadiya ramanê platformek wêrek bû, û di dema nûh de rojanegerî di gihandina rastiyê û agahiyan de xwedî roleke mezin û navdare .
Em wek Serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo hemî dezgehên ragihandinê, rojnamevan, û dengên wêrek û azad ên ku di çarçoveya qanûn û rêziknameyê de di ragihandina bûyer û agahiyan de û xebata medyayî bi pisporî dixebitin dubare dikin. di heman demê de em daxwaz dikin ku ragirtin û êşkencekirina rojnamevanan li Herêma Kurdistanê bi dawî bibe û jîngehek cudatir ji bo karê wan bê peydakirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket