Bafil Talebanî cejna rojnamevanan pîroz dike

YNK 11:23 AM - 2021-04-22
Bafil Talebanî cejna rojnamevanan pîroz dike

Bafil Talebanî cejna rojnamevanan pîroz dike

Hevserokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî bi boneya 123-emîn salvegera derçûna yekemîn rojnamevanê Kurdî, rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir.
Talebanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got:

" Bi boneya 123-emîn salvegera Rojnamegeriya kurd, ez pîrozbahiyên xwe yên arastey rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên li Kurdistanê dikim".
Di vê rojê de em xwediyên pênûs mêrxas Miqdad Bediraxan, Pîremêrd, Hisên Hewznî Mokriyanî, Ebdul Rihman Zubêhî û Ibrahîm Ehmed bibîr tînin ku ew astengiyên li pêş azadî, azadiya derbirînê û xwe-rexne şikandin. Rojnamegerî beşek pile bilind e, û nabe azadiya çepemeniyê were desteserkirin û karê rojnamevaniyê were nîşan kirin ,divê rojnamevan wêrek bin ku rastiyan eşkere bikin û agahdariyê ragihînin û di şopandina rayedarên qanûndaner de erkên xwe bidomînin, bi roleke bibandor di pêşxistina pêvajoya demokrasî û rûbirûbûna gendeliyê de.
Em pêşwazî li rexne dikin û girîngiya her hewildanekê ji bo nîşandanê pirsgirêkan û pêkanîna ceksaziyê dinirin lê mixabin ku hin dezgehên ragihandinê erkên  xwe ji bîr kirine azadiyên kesane binpê dikin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di piştgirîkirina rojnamevanan û berferehkirina azadiya derbirînê de xwedî roleke girîng e, erka rojnamevanane ku bi berpirsiyarî bi bûyeran re mijûl bibin,ji nefreta kesayatî û hizbî tevlî karê rojnamevaniyê nekin dibe ku xwedî pênûs
rasteqîne û wêrek be .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket