Şandeke YNKê serdana Encûmena Penaberên Rojavayê kir

YNK 06:41 PM - 2021-04-21
.

.

Şandeke ofîsa rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serdanaEncûmena Penaberan dike.

Şandeya Ofîsa rêkxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro roja çarşemê 2021/04/21 serdana ofîsa Encûmena Penaberên Kurdê Rojavayê Kurdistanê kir û ji aliyê serokê Encûmenê rojnamevan Hozan Efrînî ve hat pêşwazî kirin.

Her weha ew şandaya Rêxistinên YNKê bi seroketiya birêz Rêbaz Cuma, cîgirê berpirsê malbenda yekem ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê, Fatime Ebduletîf endama komîteya YNKê li Bazyan û Nuhat Mihyedîn endama karta Komîteya Bazyanê bû.
Di serî de, Rêbaz Cuma bi navê xwe û şandeya pê re, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya serokê Encûmenê kir ku ji bo wergirtina posta serokatiya Encûmena Penaberên Kurd ê Sûrî û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkarî û hevkariyê ji penaberên kurdên Rojavayê re bi riya Encûmenê. Rêbaz Cuma anî ser ziman ku ewê bi riya Encûmenê danustandin û hevkariyê bi penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê re bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Encûmena Penaberên Kurd Hozan Efrînî destxweşî û spasiya şandeya YNKê kir ku herdem YNKê xwediyê helwesta nîştimanî û xizmetî kurdên Rojavayê kirî ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket