Sêvedîn Arafat; PÊNÛSA MIN
Wêje û Huner 05:48 PM - 2021-04-21.
Ey Xudayê pênûsê
Yê rûniştî li ser kursî
Tu ne westîne ga û masî
Peyake ji xama min re Ayetul Kursî
Ey Xwedawendo, tu bi serê xwe kî :
Û bi xaka li ser gora pakrewanan kî
Rê veke li pêşiya xama min
Bibêje: Binvîse, binvîse û binvîse
Binvîse ey pênûsa min
Bi ava hinguvîn binvîse
Bi bîna gulên Kurdistanê binvîse
Binvîse;
Nehêniyên dema berî dîrokê
vejîne buhuşta Somer û Medan
Biçîne tovê berxwedana her çar parçan
Bihejmêre bi min re;
Çendî hatin û çendî çûn
Lê nikarî bûn bi xwe re bibin;
Agirî, Cûdî û Qendîl
Fîxana bav-kalên min man li vir
Ez jî ez mam û mam;
Li vir û li wir
Hovino ma we nizanî bû ;
Ku ez av im, ba me, ar û xak im
Ez li her cî me û nemir im
Binvîse;
Û rondikên kovanan têxe pênûsa min
Binvîse dengê;
Ahîn, nalîn, kalîn û giryana min
Binvîse xemgînî û tengezariya min
Binvîse birîn û totirneyên hatine serê min
Lê bi xêzên mezin weke Çiyayê Agirî binvîse
Li min vegerîne û bibêje;
Rojeke xweşî min nedî
Dil û giyan her dem şikestî
Ji zû de ez mame sêwî û bê xwedî
Pêncî hezar hezar in
Lê tev bûne kedî
Pênûsa min!
Ma wê kengî were roja serbilindî?
Binvîse binvîse bê rawestan
Binvîse binvîse û demê rawestîne
Binvîse û rondikên dê û bavên;
Pakrewanan têxe xama xwe
Kaxezan çêke ji niyaz û hawara Ehmedê Xanî
Binvîse bê şerm û fedî
Bê xap û rîp
Dûvroviyan mede fetlînokên xwe
Bila gayê te newestî;
Ta tu bighî zozan û germiyanan
Binvîse ;
Tûjbûna serkê xwe têxe kûrahiya dilê min
Wêneyan bikêşe ji şer û cengên dilê min
Penûsa min ;
Gum mede kesî û guh mede min
Binvîse bê ka kengî;
Ez dîn bûm
Kengî durust bûm
Kengî meriv bûm
Kengî hirç û hov bûm
Kengî Xuda ji ber gunhên min;
Ez ji buhuştê avêtim jêr-zemînê
Kengî şikestin tizbiyên arama min
Kengî felekê avêtim azmanê heftan
Kengî….
Kengî….
Pênûsa min;
Ez di bextê te û her heft leşkerê Xwedê de
Hest û derbirînên min ;
Bi heft rengan binvîse
Binvîse….
Binvîse….
Elmaya/ Peine 21.04.2014-an Z. gotin : Sêvdîn Arafat
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18