Şore Xalid bawernameyên xwe pêşkêşî serokê Çînê kir

Êraq 11:37 AM - 2021-04-18
Şore Xalid bawernameyên xwe pêşkêşî serokê Çînê kir

Şore Xalid bawernameyên xwe pêşkêşî serokê Çînê kir

Balyoz Şoreş Xalid Seîd bawernameyên xwe wekî Balyozê niştimanî û komîserê komara Êraqê pêşkêşî Serok Komarê Çînê Xi Jinping digel hijmarek ji balyozên nû yên şandên dîplomatîk li hola Mezin a gel li paytexta Bekîn kir.

Piştî bidawîbûna merasîma radestkirina bawernameyan, serokê Çînê axaftinek bixêrhatinê pêşkêşî balyozên amade kir û daxwaz kir ku silav û daxwazên wî bighîne serokên wan û diyar kir ku di sala çûyî de gelê Çînê bi gelê dewletên din re derbarê pêşîlêgirtin li vîrusa korone xebitî ku di dîroka hevkariya dostane ya cîhanî de werzeke nû temsîl dike.
Di merasîma pêşkêşkirina pêzanînên xwe de, Şoreş silavên serokkomarê Êraqê Dr.Berhem Salih û serokwezîr birêz Mistefa Kazimî gihand serokkomarê Çînê Xi Jinping û daxwaziya Êraqê di pêşvexistina têkiliyên dualî, û bêtir hevkariyê di hemî waran de di navbera Bexda û Bekînê de diyar kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket