Çarşema Sor li we Pîroz be

Agadarî 06:30 PM - 2021-04-14
.

.

Cejna serî sala nû ya kudên Êzidî ((Çarşema Sor)) li tevahiya Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Pîroz be.

Ji dil û can ez Cejna Sersala Nû ya Kurdên me yên Êzidî (Çarşema Sor) li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê û bi taybetî kurdên me yên Êzidî li hemû deverên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim .

Her wek em hemû dizanin ku Cejna Sersalê, ango ((Çarşema Sor)), cejneke ji Cejnên herî bi rûmet û pîroz yê gelê me kurdên Êzdî ye.

Di rastiya dîroka gelê kurd û Kurdistanê de ti carî Gelê me yê Êzîdî serê xwe ji stemkaran û neyarên hov re dînenane û vîna xwe radestî neyaran nekirine. Ji ber wê yekê herded komkujî û fermanên qirkirinê li dijî wan pêktînin.
Fermana herî dawî ya Şengal bû ku bêhtir ji 5000 jin û zarok ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin û bi sedan mêr û ciwan hatin serjêkirin.

Em bi hêvî ne ku êdî b hatina vê cejnê gelê me yê Êzîdî bikaribin jin û zarokêên xwe ji destên terorîstan tev vegerînin wek çawa YPG û YPJê hejmareke jin û keç û zarokên Êzîdî ji destên terorîstan rizgar krin û radestî malbatên wan kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di hemû salê de, di roja çarşema pêşî de ya meha 4ê ango nîsanê wek sersala Nûh a gelê me Êzîdî tê pîroz kirin....

Careke din Çarşema Sor li gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî ê Êzidî pîroz be...

Hozan Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket