Sêvidîn Arafat ...VEXWE Û VEXWE

Wêje û Huner 06:09 PM - 2021-04-14
.

.

Vexwe;
Bi den û cêran vexwe
Vexwe dermanê;
Ku hekîman afirandiye,
Di mala Xwedê de
Vexwe ;
Bila giyanê te bifirî,
Bê virde-wêde
Piyalan li pey hev binoşe ;
Bila giyanê te bifirî
Tê bibêjî;
Felekê here bi wê de
Bawer bike;
Tê bibî nemir,
Di darê vê dinê de
***********
Vexwe ;
Û bawer bike ji peyxamê,
Tê bifirî ;
Û pir çalak bî,
Di wê rav û nêçîrê de
Vexwe germ û sar ;
Bi eşkere û dizî
Bihêle endamên laşê te;
Tev bêne semayê
Vexwe ;
Bihêle şewqên hinarkên riwê te,
Bavêjine tîrêjên riwê yarê
Temaşeke ji xwe re ;
Li cenga tîrêj û tîşkan
**********
Vexwe;
Eger dilê te ji kêvir be ;
Û giyanê te veşartî be,
Di binê derya evînê de;
Wê nerm bibin,
Weke ava lêva yarê ;
Û weke hevrîşimê,
Di tiwa hewşê de
Vexwe…. .
Elmanya / Peine 05.04.2014-an  Z. gotin : Sêvdîn Arafat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket