Çarşemba Sor..Serê Salê..Roja Basimbarê

Nêrîn 05:59 PM - 2021-04-14
.

.

Çarşemba Sor..Serê Salê..Roja Basimbarê:

Ez li Mirovayetiyê, li we tevan pîroz dikim, nemaze li keç û lawên Êgir û Rojê, li Ezdahiyan û Êzîdxanê... dema ez piçûik bûm ev Aheng li hemî gundên Cerihê û Tirbespiyê dihate li darxistin... gundî tev der diketin derveyî malan, li xwazayê roja xwe xweş dikirin hevdû pîroz dikirin

Tevan basimbar weke bazinekî dikirin destên xwe de ...

Her weha bi lawir, pez û dewarên xwe ve jî dikirin; bi ceh, genim û nîskên xwe ve jî dikirin ...

Bêhtirê gundiyan 12 hêk di kelandin û reng-reng dikirin ... her 3 hêk ji wan nîşana demsalekê bû; ango demsala buhar, payîz, zivistan û havînê ... digotinê Çarşemba Sor an jî Çarşemba Serê Nîsanê ... çima Sor? Li gor Ezdahiyan hingî Tawisî Melek bi fermana Yezdên miriv afirandine û xwîna sor

Berdaye laşê wan ... hingê jî Dir teqiya ye û Gerdûn çêbûye ... ez Roja vejînê carek din li we hemiyan pîroz dikim.
Sêvdîn Arafat -
Roja basimbarê û Çarşemba Sor a 2021ê Z.

Sêvidîn Arefat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket