Lahur Şêx Cengî pîrozbahiya Êzdiyan kir

YNK 08:52 AM - 2021-04-14
Lahur Şêx Cengî pîrozbahiya Êzdiyan kir

Lahur Şêx Cengî pîrozbahiya Êzdiyan kir

Bi boneya sersala Êzdiyan " Çarşema Sor" hevserokê Yekçtiya Niştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî peyameke pîrozbahiyê arastey gelê Êzdî kir.

Bi boneya cejna sersala nû ya Êzidîyan ( Çarşemiya sor ), ez ciwantrîn pîrozbahiyan li tevahiya xweşik û birayên xwe yên Êzidî li Herêma Kurdistanê û Êraqê dikim. Hîvî dikim, ev cejn ku di naverasta beharê û nûbûnê deye û ji aliyê Êzidîyan ve, weke Bûka salê hatiye naskirin, bibe cihê aşitî û tenahî ji bo hemû alîyan, bibe cejna xurtkirina bihevre jiyanê û  biratiya navbera pêkhate û olan, Xwedê yê mezin xêr û xweşiya zêdetir bixe ser erdê, dilan paqij bike û rûhan asûde bike. Ji Xûdê yê mezin dixwazim, limêj û rojiyên xweşk û birayên me yên Êzidî qebûl bike û rojên cejnê bi xêr, xweşî, aşitî û hezkirinê derbas bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket