Hişyarî ji bo rûxandina sîstema tenduristiyê

Êraq 10:34 AM - 2021-04-13
Hişyarî ji bo rûxandina sîstema tenduristiyê

Hişyarî ji bo rûxandina sîstema tenduristiyê

Wezareta tenduristiya Federal derbarê pabendnebûna welatiyan bi rênimayên tenduristiyê û xweparastinê û paşguhkirina biryarên komîta bilind a tenduristiyê hişyarî da.

Di heyama belavokekê de wezaretê got wezareta tenduristî û jîngehê ya gelê Êraqê meha remezanê li gel pîroz kir, û bang li welatiyan kir ku sud ji vê meha xêr û xêrxweziyê bigrin û bi rênimeyên tenduristyê pabend bin da ku rê li pêş belavbûna vîrusê bigrin ji ber ku rewş gelkî xirap hege bi vê rengî biçe ,di rojên  dawiyê de hijmara pêketan gelkî bikind bûne .

Belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku ji destpêka derketina vîrusê ve hefteya borî hijmara herî bikin ya pêketan hate tomar kirin ku di heyama hefteyekê de 52387 pêket û 250 mirî hatibûn tomarkirin,hemû ji ber pabendnebûna welatiyan tê ,destnîşan kir ku hege rewşa wisaberdewam be sîstema tenduristiyê wê di metirsiyê de be ku bê rûxandin ji ber ku nikare awqas pêket derman bike .
Belavokê amaje bi wê yekê kir ku rêa rizgarkirin û kêmkirin pêketan di nav milet de wergirtina vaksînê ye ,bang li welatiyan dike ku biçin navendên tenduristiyê û vaksînê werbigrin ,beavokê aşkire kir ku belavkirina hişmendiyê di nav gel de erka Çepemeniyê û kenalên televizyonê ye .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket