Bafil Talebanî: Ibrahîm Ehmed di nav kurdistaniyan de jiyaye

Kurdistan 11:23 AM - 2021-04-08
21mîn salvegera koçadawiya Ibrahîm Ehmed

21mîn salvegera koçadawiya Ibrahîm Ehmed

Îro 21 sal bi ser koçadawiya mamosteyê xebatê siyasî û kurdayatî, ronekbîr , rojnamegerî mamoste Ibrahîm Ehmed re derbas dibe, bi wê bonetê hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî peyamek belav kir.

Di peyamê de Talebanî got:
" Mamoste Ibrahîm Ehmed yek ji sembolên siyaset û niştîman perwer,rewşenbîr  û rojnamegeriya Kurdistanê di sedsalê borî de ye, siyasetmedarekî bîrtûj û dûrbîn bû ji bo xizmeta gel û serberziya gelê kurd dijiya.
Ehmed di jiyana xwe de bawer bi bîrî neteweyî û nûhbûnê hebû, di dema xwe de wek sekreterê partî hatibû hilbijartin û bingeheke nuh ji partiyatiyê re deyna û ji bo tevgera siyasî û xebata kurdayatî jiyana xwe terxan kir, rihê wî ya niştîmanperwer bibû eynekeke siyaseta partî ku hîşt xelk pêşwazî li wê hizbî bike û partiya Demokrat bû partiyeke mezin û karîger li Kurdistanê.
Îro di bîranîna wî kesayetê kurd ya mezin de,ji her wextekê bêhtir pêwîstiya me bi xebat û bîrî niştimanî û nuhkirinê heye û divê ku xebat û têkoşîna mamoste Ibrahîm Ehmed em ji xwe re bikin çirûsk û ronahiya jiyana xwe".
Rêz û silav li rihê pak a Ibrahîm Ehmed û şehêdîn rêka rizgarkirina Kurdistanê.

Hevseroka YNK Bafil Talebanî

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket