H. Şêxo; Newroza we pîroz be

Nêrîn 04:54 PM - 2021-03-24
Nivîskar: Hişmend Şêxo

Nivîskar: Hişmend Şêxo

Newroze siba herkesê bê cem te şêrînê
Pîroz bike imrê xwe û imrê me dijînê
Destan bihejîne qedehan xweş xweş bigerîne
Şîrê qedeha destê te dermanê evînê
Birayên delal
Xuhên dilovan
Dema we xweş be
Dilê we şad be
Em li ser van helbestan fêrî kurdperweriyê û Hezkirina welêt dibûn , Lê îro jî em di welatê xwe de dîl û sêwî ne.
Gelî camêran
Heyva Avdarê bi şînî û Şehyanên xwe heyveke awarteye ji gelê kurd re.
Îsal Newroza 2021 / 2633an li me dibe mêvan û qeyrana Sûrî derbas sala xwe ya Dehem dibe ji kavilkirin , koçberî û derbideriyê...
Di heman demê de êş û birîna me li şûna xwe ye û hîn qeşmaq negirtî û çênebûye ji ber ku Sê sal di ser bêtar û dagîrkeriya Efrînê re derbas dibin û hîn jî êş û Azara gelê me li wê herêma kurdî berdewame ji guherîna demoxrafî , darwerkirina bi darê zorê Dizî , birçîkirin , talankirin, girtin û kuştinê.
Ey delê  Azadîxwaz
Ji destpêka damezrandina tevgera netewî ya kurdî de û heya bi roja îro niştimanperwerî , cefakêşî û kedkariya vî bajarî ji her kesî ve xuyaye , Lewre piştî damezrandina tevgera netewî ya kurdî bi demeke kurt di sala1960de  serkirdayetiya partiya me biryarek standin bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî Kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrêye ,Lê belê ji wê zêdtir li Kurdaxê ye jî ji ber vê yekê  pirsek xew davê meydanê : Kurdistaneke bê Efrîn be wateya wê çiye gelo
Bi hatina vê roja şadî û bi hestên hevalê Cegerxwîn ez cejina Newrozê li malbata xwe û gelê Efrînê û li Hemû gelê Kurdistan pîroz dikim , Herwiha bi vê babetê Ez bejina xwe li hember giyanê xebatkarê cefakêş damezrener û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş diçimînim , Ew kalemêrê dilêr bi hevalên xwe re li sêsid û şêst gundî Kurdaxê Agirê Newrozê gur kiriye , Herwiha ez cejina netewî ya kurdî li hemî hevalên xwe yên nivîsgeha rêzanî û komîta navendî û li hemî xebatkarên Partiya Pêşverû pîroz dikim û dibêjim : Hûn her bimînin pêşeng ji gelê Kurdistana Sûriyê re.
Bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê
Hêvîdarim di newroza bê de heyamek erênî were peyda kirin û gelê Efrînê yên li Kurdistanê û li derveyî welêt vegerin ser xaka xwe da ku em hemî bi hevre karibin birînên bajarê xwe derman bikin.
Bijî Newroz nîşana Aştî û Azadiyê
Hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de
Serkeftin ji doza kurdî re
20 / 3 / 2021
Birayê we : Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket