Neyarên kurd tola xwe ya 12 Adarê ji Efrînê ra dikin

Nêrîn 02:57 PM - 2021-03-19
.

.

Salvegera 18`mîn ya serhildana 12ê Adara 2004`an çeteyên partiya Baasê bi navê oposizyonê tola xwe ji Efrînê ra dikin.

Serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12-Adara 2004´an yekemîn pêngava ber bi azadiyê ve bû...

pêngaveke rat û dicihê xwe debû... Ji rastiya kîna dilê gel bû...

Tê bîra min ku piraniya partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistan dijayetiya wê serhildanê dikirin, bi fîtneû pîlangerî dinirxandin. Lê îro jî ew tev xwe bi xwedî dibînin...

Salvegera serhildana pîroz a 12,ê Adarê ya 2004 an- ji bo gelê Kurd li Kurdistan ê rojeke dîrokî û cihê serfiraziyê ye, buye bi roja hevgirtin û li hevnêzîkbûna gelê Kurd ji herêma Cizîre (Qamîşlo) ta Kubanî û herêma Kurdaxê (Efrîn) û Şehba û Tileranû Tilhasilê hemû deverên din yên Rojavayê Kurdistan û Suriye.

 Lê rastiya wê rojê, bi nirxeka pir giran û biha hatiye zindîkirin ku wek tava rojê derketî  holê, ji mafê tu hêz û aliyan nîne ku nikoliyê li destkeftên wê serhildanê bikin, ji ber ku di wê rojê de serhildaneka berfereh û yekgirtî ji aliyê gelê Kurd ve li dijî sîstema desthiladariya Bass pêşkeftibû û bû roja xurtvîna gelê Kurd, jib o wê yekê, tê pêşbînîkirin ku ew roj, dê bibe bi roja yeketiya rêzên gelê Kurd li  Kurdistan a Suriye û di heman dem de, dê bibe bi yeketiya rêzên gelên Suriye bi gişî, çi Kurd, çi Ereb, çi Ermen, çi Aşur û Suryanî û çi Tirkman û çi Çerkes bin.

Hevkariya gelên Surye bi hev re, dê bi bîranîn û pîrozkirina roja 12ê Adarê dest pê bike, çumkê, ew roj bûye sedema şikandina pûtên 40, 50 salî ku ji aliyê desthilatên ku bi serokatiya  partiya Bass yek bi dûv yek re ku hikumeta Suriye bi rêvabiriye, partiya Bass, bi berdewamî neheqî li rastiya hebûna gelên din yên ku di wî welatî de dijîn û nikoliyeka bê wêne jî li wan  kiriye.

Ji bo wê yekê, em wek rojnamevanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê, serî rêz û rûmetiyê li ber bîranîna wan pakrewanên gênc û ciwanên ku xwe fedayê doza rewa yê gelê xwe kirin ji Cezîrê ta Efrîna xweragir ku dagîrkeriya Tirkiyê û komên çete ên opozisyona Sûrî nepejirandin.

Her weha  gelek bi pêwîst dibînin ku wê rojê bi awayekî pir berfereh binrxînin û girîngiyek mezintir bidin ê, lê dibe ku ne tenê ji aliyên Kurdan ve, ew nirx bê dayîn, lê belê dibe ji aliyê gelên din ve jî bê dayîn, bi taybet ew gelên ku  mîna gelê Kurd sitem û ne rewayî li wan hatine kirin.

Bi rastî pir bi girîng dizanim ku hemû partî û rêkxistinên sivîl û bi taybet yên ku ji bo parastin û bergiriyê li mafên mirovan dikin û alîgiriya kar û xebat civaka sivîl dikin,  gelek bi dilsozî û hevparî hewil bidin ji bo parastina rastiya gelê me li Efrînê yê ku 58 rojan li ber çavên hemû dunayê û bêdengiya wan ji komkujiyan û qirkirina zarokên kurd li Efrînê hatibû tomarkirin.

Pêwîste hemû aliyên siyasî kurdî kar bikin ji bo derxistina doza Efrînê li cihên dîplomasî yên cîhanî û bi taybet ew welatên ku xwe di çarçoveya têgeha demokrsî û mafên mirovan de dibînin, daku rastiya rojê 12ê adara 2004`an were bi cihkirin, gerek pir mezin bê nirxandin, pêwîste ji bo berxwedana Efrînê em bikin bingeha sereke wek çawa wek roja şikandina pûtên ne rewa û jêrdestiya reş ku ji 40- 50 salên borî ve tê perestin.

Em di vê roja pîroz de, azadî û rizgarkirina Efrînê dixwazin û banga me ji tevahiya welatên peywendîdar û bi taybetî Amerîka û Rûsiyayê ku xwedî li doza gelê kurd li Efrînê derkevin û dagîrkerê Tirk ji axa Efrînê derxînin.

Her Bijî  Serhildana 12,ê Adarê

Her bijî doza gelê kurd li Efrînê û Kurdistanê.

Namirin Pakrewanên Azadî û Serxwebûna Kurdistanê

Hozan Efrínî

12-03-2021

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket