Hişmend Şêxo : Xwendinek kurt ji dagîrkirina Efrînê re

Nêrîn 08:26 PM - 2021-03-18
Nivîskar; Hişmend Şêxo

Nivîskar; Hişmend Şêxo

(Efrîn di navber pilanên Herêmî ,Navdewletî ,Û nezantiya Tevgera me de)
Berî bi sê salan di 20 / 1 / 2018an de Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di Demjimêr / 4 / piştî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêşa Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin , ji encama êrîşkirin û topbarankirina beyalî û ezmanî de bi sedan ji xort û keçên gelê me şehîd ketine û bi sed hezaran gelê Efrînê ji xaka xwe bidûrketine û koçber bûne.
Di van hersê salên borî de gelê me yên li Efrînê mane jiyaneke zor dijwar derbas dikin ji girtin , kuştin , derwarkirina bi darê zorê , destdanîna ser mal û zeviyan û operesyonên guherîna demoxrafî berdewam e , Herwiha ne tenê şerê mirovan dibe lê belê şerê miriyan jî tê kirin û heya goristanên Efrînê wêran dikin.
Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Turkiyê berê xwe bide gelê me yê Mirovhez û Azadîxwaz û berê van diz û nandozên ku bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Herwiha piştî pêncî û heşt rojan ji topbaran kirin , kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser , Li hember bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe ve di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de, weke îro artêşa dewleta Turk a dagîrker derbasî bajarê kurdperweriyê bû , Berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên kurdan kirin.
Di destpêka derbasbûna Artêşa Azep de Ji ber kîn û regezperestiya dewleta Turk û bi armanca şikandina hêvî û derûna mirovê kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî , Dagîrkerên Turk berê wan diz û nandozan dane peykerê (Kawayê serhildêr) ji ber ku ew ji gelê kurd re simbola Rizgarî , Azadî û serf
Nivîskar; Hişmend Şêxo 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket