Silêmanî: Belavkirina selikên xwarinê li koçberên Rojavayê Kurdistanê

Aborî 05:09 PM - 2021-03-17
.

.

Bi wêne li Silêmaniyê, belavkirina selikên xwarinê li koçberên Rojavayê Kurdistanê

Encûmena Penaberên Kurd-Rojava li Silêmanî û Helebce, bi hevahengî digel Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, roja çarşemê 17-3-2021`an, 182 selikên xwarinê li koçberan belav kir.

Her weha di wê barê de, berpirsê komîta darayî ya encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Zêwa Xelaf Heseke, ji PUKmedia`yê re ragihand: “182 selikên xwarinê îro roja çarşemê 17-3-2021`an bi ser penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê hatin dabeş kirin, ew kar jî, bi hevahengî di gel Civata Parêzgarê Silêmaniyê, û diyar kir ku serokê Encûmena Penaberên Kurd li Silêmanî û Helebce, rojnamevan Hozan Murşid Efrînî, çavdêriya mekanîzma belavkirina alîkariya mirovî kir.

Wî her wiha got: Koçber bilez hewcedarê arîkariya însanî ya zêdetir in, nemaze di mercên tekoşîna bi nexweşiya Korona de, pesnê pêngava parêzgeha Silêmaniyê ji bo piştgirîkirina koçberên ji rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket