Kêmkirina ava Firatê dibe sedema karesatên hawîrdorê li herêmê'

Kurdistan 10:58 AM - 2021-03-04
Kêmkirina ava Firatê dibe sedema karesatên hawîrdorê li herêmê'

Kêmkirina ava Firatê dibe sedema karesatên hawîrdorê li herêmê'

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Jîngeh û Herêmî ya Rêveberiya Xweser û pispora hawîrdorê Hêvîn Şêxo hişyar da ku heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava çemê Firatê bidomîne dê rewşa jiyanê li herêmê aloztir bibe û  karesatên hawîrdorê li herêmê wê derkevin.

Dewleta Tirk çemê Firatê wek çek li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Ev yek dê bibe sedem ku kerasetên hawîrdorê rû bidin û hilberîna çandiniyê bi xetereyê re rû bi rû dihêle.
Hêvîn wiha domand: “Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, gelek pirsgirêkên hawîrdorê li ser beravên çem çêbûne û av qirêjî bûye ku di encamê de gelek nexweşî belav bûne, di nav de laşmanye. Herêmên ku herî zêde zirar ji qutkirina ava çemê Firatê dîtiye, Kobanê û Dêrazor in", wê bandoreke mezin li ser mewsima çandiniya welayiyan jî bike ku  welatî pê debara xwe dimeşînin, û dê gelek projeyên hawîrdorê ku her sal ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin, mîna çandina daran û projeyên din, rawestîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket