Biryara bikar anîna vaksînê li Herêmê derket

Kurdistan 08:48 AM - 2021-03-04
Biryara bikar anîna vaksînê li Herêmê derket

Biryara bikar anîna vaksînê li Herêmê derket

Berdevkê wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr.Aso Hewêzî derketina biryara bikaranîna vaksînê ji hêla wezaretê li Herêmê ragihand.

Di belavokekê de Hewêzî  got biryara belavkirina vaksînê û bikaranîna wê li Herêma Kurdistanê di gel bernameya şirove û pejirandina bikaranînê, bi fermî biryar hatiye standin di serete de wê ji bo kadirên tenduristî û hêzên ewlekariyê û nexweşên bi temen were bi karanîn .

Ji hêla komara Çînê de 5 hezar vaksîna (Sinopharm) ya Çînê hatiye dabîn kirin û wê bi kar bê, Hewêzî tekez kir ku ewê erkênzêdetir ji bo dabînkirina vaksînên din bi hevrêziyê digel wezareta tenduristiya Êraqê bicih bînin.
Bang li welatiyan jî kirin ku bi rênimayên tenduristiyê pabend bin û mak û lepikan bikar bînin û ji kombûnan dûr kevin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket