Li derdora Silêmaniyê DAÎŞiyek hat girtin

Kurdistan 09:31 AM - 2021-03-03
Li derdora Silêmaniyê DAÎŞiyek hat girtin

Li derdora Silêmaniyê DAÎŞiyek hat girtin

Rêveberiya Asayîşa rojavayê Silêmaniyê ragihand ku duh Sêşemê li derdora bajarê Silêmaniyê çeteyeke rêxistina DAÎŞê hat girtin.

Rêveberiyê di belavokekê de got terorîst girtî di sala 2014`an de li qezaya Bîcî ya Selahe Dîn tevlî rêxistina terorîst bibû û heya 2015 di nav de kar dikir, destnîşan kir ku piştî têkçûna DAÎŞê ev çete berê xwe dabû Sûriyê û di meha borî de vegeriya Êraqê û berê xwe dabû Hewlêr û piştre Silêmanî û li wir di 27-2-2021`an de ji aliya asayîşê ve hate girtin .
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku çeteyê girtî xelkê Selahe Dîn e û di lêpirsênê de lixwe mikur hat ku çeteyê DAÎŞê bû.

PUKmedia  taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket