Encûmena Nûneran li ser yasayên girîng deng dide

Kurdistan 10:41 AM - 2021-03-01
Encûmena Nûneran li ser yasayên girîng deng dide

Encûmena Nûneran li ser yasayên girîng deng dide

Biryare ku îro Duşemê Encûmena Nûneran dê rûniştina xwe ya asayî pêk bîne da ku li ser çend pêşnûme yasayên girîng gotûbêj bike, ya herî berbiçav pêşnûme qanûna rûbirûbûna bi korone  û jinên Êzdî yên rizgar kirî.

Endamê Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr.Taha Heme Emîn di daxuyaniyek taybe ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Rûniştina îro Duşemê, dê yekem xwendina pêşnûme qanûna rûbirûbûna bikorone, û dengdana pêşnûme qanûnê tevlêbûna Êraqê li protokola ragirtina kiryarên neqanûnî yên dijî ewlehiya platformên sabit a sala 1988 be, û dengdana li ser sêyemîn guherîna Qanûna Pêkanîna Projeyên Avdanê 138 ya sala 1971, dengdana li ser pêşnûmeya guherandina qanûna sendîkaya Hesabvan û Venêran hejmar 185 ya 1969.
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku wê di rûniştinê de dê dengdana li ser pêşnûme qanûna jinên Êzdî yên rizgarkirî were kirin û xwendina duyemîn a pêşnûme qanûna endamtiya Êraqê ji peymana hevkariyê derbarê PCT ya sala 1970, û xwendina duyemîn a pêşnûme guhartina Qanûna Tenduristiya Giştî ya Hejmar 89. ya sala 1981, ji bilî gotûbêjên giştî .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket