Komîta bilind a lidijî korone derbarê girtina dibistanê biryar dide

Kurdistan 09:05 AM - 2021-03-01
 Komîta bilind a lidijî korone derbarê girtina dibistanê biryar dide

Komîta bilind a lidijî korone derbarê girtina dibistanê biryar dide

Biryare ku îro Duşemê 1-3-2021`an Komîteya Bilind a Rûbirûbûna korone li Herêma Kurdistanê wê derbarê pirsgirêka zêdebûna rêjeya pêketan gotûbêj bikin,di heman demê de dibe ku biryara girtina deriyên dibistanan were dayîn.

Wekîlê Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê, Dr. Rehêl Ferîdon di daxuyaniyeke taybet de ji  PUKmedia re ragihand ku Komîta Bilind ya rûbirûbûna bi vîrusa korone civînek lidardixe û wê li ser du bend gotûbêj bikin ya yekem: Girtina deriyên Herêmê û rêlêgirtin li geştiyarên ji deverên Êraqê û ya duyemîn girtina dibistanan.

Destnîşan kir ku di nav zanîngeh û dibistanan de ji wexta destpêkirina xwendinê li dibistanan hijmara pêketan ber bi zêdebûnê ve diçe , guman heye ku komîte biryara girtina dibistan bistîne.
Ferîdon amaje bi wê yekê jî kir ku welatî baş bi rênimayan pabend nîn jiber wê pêket zêde dibin .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket