​​​​​​​Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kes bi korone ketine

Kurdistan 12:27 PM - 2021-02-28
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kes bi korone ketine

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kes bi korone ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.

Di daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê de, Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di 24 demjimêrên dawîn de 3 kesên din bi koronayê ketine ew jî 2 mêr in û jineke e û li van herêman in:

Qamişlo:2

Munbic:1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kes mirin û kesek baş bûye.
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 608 kes; ji wan 321 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 247 kes baş bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket