Encumena Penaberên Kurd: Dabeşên darayî negihiştin penaberan

Agadarî 05:49 PM - 2021-02-27
Serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrîn

Serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrîn

Encumena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ragiahnd: "Dabeşên darayî negihiştin penaberan".

Îro roja şemiyê 27-2-2021`an, Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê li Silêmanî û Halabçeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku zelal be, tekez kir ku dabeşên darayî wek pêwîst negihiştin penaberan.

Di wê barê de, serokê Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê rojnamevan Hozan Efrîn, ji PUKmedia`yê re ragihand: Wî gelek gilî ji aliyê penaberan stendin ku ew pereyên taybet bi alîkariya 480,000 dînarên Êraqî wek alîkariya darayî ya zivistanê wernegirtine, û diyar kir ku hejmarek mezin ji penaber piştrast dikin ku wan ev bexşîn wernegirtine, piştî ku name ji wan re hatine şandin di nav demeke kurt de li navendên bajarê Silêmaniyê û ên derveyî Silêmaniyê ku divê ew werin stendin, lê piştre nadin wan.

Efrînî ew jî got: Ajansên Y.K. di rewşên heyî de di danûstendina penaberan de, nebûne cihê zelabûnê û hevkariyêl û tekez kir ku encûmen dilgiraniya xwe ji nebûna zelalî di karûbarên alîkariya darayî de ku ji bo penaberan tê kirin.

 PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket