Şanda danûstandinan bi Bexdadê re geşbîn e ku dê rêkeftinek pêk were

Aborî 05:24 PM - 2021-02-23
.

.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya danûstandinan serdana Bexdadê dike û geşbîn e ku dê rêkeftinek hevbeş pêk were.

Îro roja duşemê, şandeya danûstandinan a hikûmeta herêma Kurdistanê dê seredana paytext Bexda bike û digel karbidestên hukumeta federal û perleman bicive.

Endamê nûnerana Êraqê Şêrwan Mîrza, endamê komîta darayî ya perlemanê, di dema beyanameyek taybetî ji PUKmedia`yê re got: Di du rojên bê de, dê kombûnên krîtîk hebin bo encamdana pirsa pişka herêma Kurdistanê ji budceya federal bo sala 2021, ji ber ku babet hene gihîşt dawiyê û budçe êdî nayê paşxistin.

Wî got jî: Hemî alî dê biçin rûniştinê ji bo dengdana li ser budceyê, yan roja Pêncşema bê an şemiyê hefteya bê. Ji ber vê yekê, di nav du rojên bê de, civînên diyarker dê bêne encamdan da ku pêşnumaya projeyasaya budceyê biqedînin.

Wî diyar kir: Di navbera şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî de lihevkirinek mezin heye, û ez pêşbîn dikim ku di demek nêz de dê rêkeftinek hevbeş li ser pişka budceya Herêma Kurdistanê hebe.

Şandeya danûstandinan a hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gelek seredan pêk anî paytext Bexda û rêze civîn digel karbidestên hukumeta federal û perleman pêk anî ji bo behskirina pişka herêma kurdistanê ya budçeya federal a ji bo 2021-an.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket